Tehran tevî agirbestê hat bombebarankirin

Hate diyarkirin ku tevî agirbesta 15 rojî ya di navbera Îran û DYE'yê de jî Tehran hat bombebarankirin. Bilançoya êrîşê hîna zelal nebûye.

Li gorî nûçeyên ku di medyaya Îranê de cih digirin, tevî agirbesta 15 rojî ya di navbera Îran û DYE'yê de jî beriya demekî kurt Tehran hat bombebarankirin. 

Hate ragihandin ku piştî êrîşê di derdora paytextê de pergalên parastina hewayê ketine dewrê û li gelek xalan dengen teqînê tene bihîstin. 

Derbarê ziyan û windahiya canî ya êrîşê hîna daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.